BI DÎMEN

Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne

Hiqûqnasên ku 11'ê Tîrmeha 2025'an li Silêmaniyeyê şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin, anîn ziman ku li gel her tiştî jî ew bi hêvî ne û qanûna çarçoveyê ya ku nîqaş li ser tê kirin divê hemû koman bigire nava xwe.

Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ku di 27'ê Sibata 2025'an de kir, gelek gavên dîrokî hatin avêtin. PKK a ku meha Gulanê Kongreya xwe ya 12'emîn kom kir, li Şikefta Casene ya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê meha Tîrmehê bi beşdariya komeke ji 30 gerîlayan ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat jî di nav de bû merasîma şewitandina çekan lidar xist.

Di merasîmê de destpêkê daxuyanî hate dayin û piştre çekên li qadekê hatin danîn, yek bi yek hatin şewitandin. Merasîma dîrokî ji aliyê bi dehan kesên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ve hate şopandin ku siyasetmedar, rojnamevan û parêzer jî di nava wan de bûn. Lîsteya çekên hatin şewitandin piştî merasîmê radestî nûnerên baro, OHD û ÎHD'ê hate kirin.

Salek di ser vê merasîma dîrokî re derbas bû. Parêzer û nûnerên mafên mirovan ên şahidî ji van kêliyan re kirin, pêvajo ji ajansa me re nirxandin. Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan û Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku ji bo pêkhatina aştiya mayinde divê sererastkirinên hqiûqî û siyasî bi cih bêne anîn.

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku par li Silêmaniyeyê bi serokên baroyan, parêzer, siyasetmedar û rojnamevanan tevlî merasîma şewitandina çekan bû, vê yekê bandoreke mezin li wî kir û destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re ew gelekî bi hêvî bû.

Çakan anî ziman ku nav bi temamî li pêvajoyê nehatibe kirin jî wan ev yek weke "pêvajoya çareseriyê" û "pêvajoya aştiyê" nirxandin û got, "Dema ku pêvajoyê destpê kir, em hiqûqnasên li Kurdistanê bivê nevê bi kelecan bûn, bi hêvî bûn. Ji ber ku em dixwazin demokrasî bê vî welatî. Bila gelên vî welatî hemû bibin xwedî demokrasiyê."

Çakan spasiya wan aktorên di nava pêvajoyê de kir û ragihand ku ji bo beşdarî merasîma 11'ê Tîrmehê bibe ji herêmê bi serokên şeş baroyan daxwaz kirin û çûn Silêmaniyeyê.

Çakan ragihand ku atmosfera merasîmê gelekî bandor li wî kir û got, "Demeke germ bû. Bawer bikin, mirov gelekî hestewar dibûn. Em hemû hestewar bûn. Bi taybetî dema ku gerîla hatin, ew hestên me bilind bû. Piştre jî çek hatin şewitandin. Belê, wê yekê hêviya me bi çirûskeke din zêde kir."

'DESTKETIYEKE GELEKÎ MEZIN E KU ÊDÎ CENAZE NAYÊN'

Çakan diyar kir ku divê neyê hêvîkirin ku pêvajoyên aştiyê di demeke kurt de bi encam bibe, mînakên li cîhanê bi bîr xist ku salên dirêj dewam kir û got, "Destketiya me ya herî mezin a niha ew e ku cenaze nayên malan. Ji ber ku gava cenaze tên gotinên mirovan neaxivin. Gotin diqedin û hêrs dikeve şûna wê.

Em weke baro, weke hiqûqnasan, weke Baroya Êlihê armanca me ya herî mezin pêkhatina vê aştiyê ye. Bêguman em li bendê ne ku gavên siyasî bêne avêtin, sererastkirin di vê der barê de bêne kirin. Yek ji sedemên kombûna me ya niha li Amedê ew e ku em şopdarên pêvajoyê ne, piştevanên pêvajoyê ne."

'LI GEL HER TIŞTÎ JÎ EM BI HÊVÎ NE'

Çakan rexneyên li sler rêveçûna lawaz a pêvajoyê anî ziman ku têkçûna pêvajoya çareseriyê ya beriya niha di nava civakê de nêzîkatiyeke bi fikar afirandiye. Çakan got, "Em xweşbîn in, lê belê xweşbîniyeke me ya bi fikar heye. Ji ber ku ji pêvajoya beriya niha zimanê me şewitî. Pêvajo qediya û her tişt bêhtir hişk bû." Çakan got, "Piştî şerê ji zêdeyî 40 salî, hînbûna civakê ya ji bo pêvajoyê wê demekê dewam bike. Lewma divê qanûna çarçoveyê tavilê bê derxistin, gavên pêwîst bêne avêtin. Lê belê li gel her tiştî jî ez bi hêvî me û em neçar in bi hêvî bin. Dibe ku dereng bibe lê belê ew qanûn wê bêne derxistin. Divê bêne derxistin. Wekî din şensê me nîne, wekî din rêya me nîne. Ez bawer dikim ku bi demdirêjî wê pêvajo erênî bi encam bibe."

'ÎRADEYEKE GELEKÎ XURT BI RAYA GIŞTÎ RE HATE PARVEKIRIN'

Ercan Yilmaz ê ji ÎHD'ê jî destnîşan kir ku merasîma navborî peyameke gelekî xurt da raya giştî ya navneteweyî û got, "Îradeyeke gelekî xurt bi raya giştî ya cîhanê re hate parvekirin ku Tevgera Kurd dikare pêvajoya şer a ji zêdeyî 40 salî biqedîne û bi aştiyê bi encam bike."

Yilmaz bal kişand ser nîqaşên têkildarî çarçoveya sererastkirinên qanûnî û destnîşan kir ku ne rast e ku ji bo hin koman bê diyarkirin. Yilmaz bi bîr xist ku di nava sala dawî de ne tenê merasîma şewitandina çekan pêk hat, her wiha bûyerên girîng ên cuda jî qewimîn ku yekser bandor li pêvajoyê kirin.

'RAST NÎNE KU NAVÊ KOMEKE DIYARKIRÎ DERBAS BIBE'

Yilmaz işaret bi avaniya komê kir ku dest ji çekan berda û anî ziman ku vê yekê îradeya çekdanînê ya rêxistinê nîşan da û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser koma ji 30 kesî ya çek şewitand, dibînin ku kesayetên di astên cuda yên li nava rêxistinê di nav de hebûn. Ji kesên di asta herî bilind de heta bi milîtanên nû tevlî bûn profîlên cuda hebûn. Ev yek nîşan dide ku milîtanên PKK'ê dixwazin bi rengekî giştî çekan dînin û îradeya aştiyê nîşan dan. Li gel hebûna cihêrengiyeke profîlê ya bi vî rengî, em rast nabînin ku ji bo vegerê tenê navê komeke diyarkirî derbas bibe."

'DIVÊ MERCÊN HIQÛQÎ YÊN PÊWÎST BÊNE AFIRANDIN'

Yilmaz ragihand ku ji bo pêkhatina aştiyê ne tenê ji bo kesên çek danîne her wiha li qada siyasî jî divê gavên berfireh bêne avêtin û got, rewşa kesên ku ji ber sedemên siyasî girtî ne, yên neçar hatine hiştin ku li derveyî welat bimînin divê bê çareserkirin. Yilmaz got, karên yekpare, berfireh û hemû milîtanan bigire nava xwe divê tavilê bi cih bêne anîn.